Lütfen bekleyin..
Munzur Haber / Metirsiya Madimakên nû hene

Metirsiya Madimakên nû hene

02 Temmuz 2018, 09:40

“Madimak nebihuriye, hîn jî metirsiya rûdana bûyerên mîna Madimakê li ser gelên Tirkiyeyê heye û ev metirsî ne dûr e.”

KCK’ê li ser komkujiya Madimakê daxuyanî da û got “Madimak nebihuriye, hîn jî metirsiya rûdana bûyerên mîna Madimakê li ser gelên Tirkiyeyê heye û ev metirsî ne dûr e.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, mirovên ku 2’ê Tîrmeha 1993’an li Madimakê di komkujiyê de hatin kuştin bi bîr anîn.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê bi bîr xist ku 2’ê Tîrmeha 1993’an paşverûtiya olperest û neteweperest 33 Elewî û dostên Elewî bi saxî şewitandin û wiha pê de çû:”Bi rêya vê komkujiyê xwestin, Elewiyan ji têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê vegirin û nehêlin destekê bidin têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd. Bi vî rengî, di navbera gelên Tirkiyeyê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de ji tirsê dîwarek hatiye lêkirin.”

Dîn dibe maskeya neteweperestiyê
KCK’ê derbirî ku qatilên Madimakê û yên mîna DAÎŞ‘ê ji aliyê mejî ve wek hev in û wiha dewam kir: “Dînê ku exlaq, wijdan û edaletê civakê ye, kirin amûrek ji bo pêkanînên xwe yên bê wijdan, bê exlaq û bê edalet. Li Tirkiyeyê dema ku dîn dibe maskeya neteweperestiyê, hingî veguhere karekterekî dijwar ê komkujî û qirkirinê. Komkujiya Madimakê bûyereke yekane nîne.

Niha jî, çeteyên ser bi AKP’ê ve ya jî piraniya civatên ku ji aliyê AKP’ê ve tên birêvebirin, xwedî karaktereke neteweperest û olperest in ku komkujiyên mîna Madimakê niha jî ji wan tên. Lewma Madimak nebihuriye, hîn jî metirsiya rûdana bûyerên mîna Madimakê li ser gelên Tirkiyeyê heye û ev metirsî ne dûr e.”

Derman demokrasî ye
Her wiha KCK’ê diyar kir ku di vê rojê de tenê şermezarkirina kujeran terê nake û bi vî rengî dewam kir:”Bêguman divê ew bên kirin. Lê belê ji bo tol ji berpirsyarên komkujiyê bê hilanîn û destûr neyê dayin ku careke din mîna Madimakê komkujî bên kirin, divê têkoşîna demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê bê xurtkirin. Bi hêz bûna baweriyê, bi cihgirtina li nava têkoşîna demokrasiyê diyar dibe.”

Bêhtir tevlî têkoşîna demokrasiyê bibin
KCK’ê îşaret pê kir ku Elewî û rewşenbîrên dostên Elewî ji ber ku di nava têkoşîna demokrasiyê de cih girtin roja 2’ê Tîrmeha 1993’an hatin kuştin û wiha pê de çû:”Ji bo xwedî li bîranîn û hesreta wan bê derketin, divê mirov hîn bêhtir tevlî têkoşîna demokrasiyê bibin û têkoşîna li dijî desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê geştir bikin. Civata Elewî di salvegera komkujiya Madimakê de divê hîn bêhtir cihê xwe di nava têkoşîna demokrasiyê de bigire û bi demokratîkkirina Tirkiyeyê re hebûna Elewiyan ewle bikin. Ev yek banga şehîdên 2’ê Tîrmehê ye.” ANF/BEHDÎNAN

Bu haber 755 kere okundu
  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Kategorisindeki Diğer Haberler
Daimi Doğan nusna: “Dersîm de îtîqat be zon jûvînî ra pêrabestî yê. Vajîm..