Lütfen bekleyin..
Munzur Haber / Gelo Partiyên Kurd Çima Henin? / Munzur ÇEM

Gelo Partiyên Kurd Çima Henin? / Munzur ÇEM

25 Şubat 2018, 10:05

Tirkiye nikare hebûna Kurdan qebul bike, nikare wana wek mirov bibîne. Ji kîjan alî va dinêrin binêrin, operasyona ku bi navê „Zeytin Dalı“ hatiye navkirin, li ser gelê Kurd jênosîdek nû ye.

Ez bawer im di derheqa operasyona dagirkirina Efrînê de dûr û dirêj nivîsandin hewce niye. Dewleta Tirk, çiqas ku şev û roj „em dijê terorê şer dikin“ dibêje jî dinya alem dizane ku ev gotin, gotinek wala ye, derev e. Ji xwe Tirk bi xwe jî bi gotin û mesajên xwe vê rastiyê teyîd dikin. Eşkera ye ku armanca wan binpêkirina maf û daxwazên Kurdan e, tarîkirina pêşeroja wan e. Tirkiye nikare hebûna Kurdan qebul bike, nikare wana wek mirov bibîne. Ji kîjan alî va dinêrin binêrin, operasyona ku bi navê „Zeytin Dalı“ hatiye navkirin, li ser gelê Kurd jênosîdek nû ye.

Hemberê vê hovîtiyê meriv gere çi bike? Hewce ye ku hemû kurd û dostên wan dest bidin hev, ji bo mehkumkirin û sekinandina kirînên dewleta dagirker kampanyayek bi hêz bidomîne.

Îmkan çi ne, meriv çawa dikare xebatek bi hêztir bike; li vê nivîsa kurt de ez naxwazim dûr û dirêj qala vana bikim. Lê di vê çarçiveyê de noxtayek giring heye ku meriv gere bi dîqqet li ser bisekine ku ev jî helwesta partiyên kurdan e. Ji çar parçeyên Kurdîstanê helwesta hemû partiyên Kurdan xuya ye. Hemû Partiyên me dijî dagirkirina Efrînê ne. Lê vana heta îro ji bo alikariya gelê Efrinê gavên ku dilê meriv pê rehet be neavêtine. Hemû aliyên kolonyalîstên Tirkan li ser vê dagirkerî û jenosîdê yek deng û yek rêz in lê serî de partiyên poltîtîk, dezgeh û saziyên me carek din ji hev dûr in, nikarin bi dengek bilind mesajek bidin cihanê. Gelo kes dikare bêje ku ji bo va rewşa xirab sebebek mantiqî heye? Na, ez bawer nakim. Sebeb, fêrnebûn û nexwestina xebata hevpar e.

Lê dîsa jî wek hemû kurdên neteweperver û demokrat, ez jî hêvî û daxwaz dikim ku partiyen kurdan ji her çar parçeyên Kurdîstanê qet wext wunda mekin, bi yekdengi rastiya Efrînê bînin ziman û ji bo sekinandina şer û qirkirinê banga cîhanê bikin, yardim bidin gelê Efrînê.

Eger partiyên Kurdan vê gavê jî nikarin bavêjîn, em hemû gere ji xwe bipirsin; „Gelo Partiyên Kurd çima henin?“

Munzur ÇEM

Bu haber 837 kere okundu
  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Kategorisindeki Diğer Haberler
Daimi Doğan nusna: “Dersîm de îtîqat be zon jûvînî ra pêrabestî yê. Vajîm..